Kamala Harris car din dibe namzeda serokatiya DYAyê

25 October 2025 16:45 0 dîtin
Kamala Harris car din dibe namzeda serokatiya DYAyê

PeyamaKurd – Cîgira serokê DYAyê ya berê Kamala Harris ragihand ku dibe car din bibe namzed ji bo Koşka Sipî. Harris got ku hêj karê wê neqediyaye û îşareta dewama karê xwe yê di siyasetê de da.

Kamala Harris di hilbijartina 2024an de bûbû namzeda Partiya Demokratan û niha di hevpeyvîna ku ji bo BBCyê da de, got ku:

“Ez ê bikevim pêşbirka serokatiyê. Ez ê rojekî bibim serok û ez bawerim ez ê bibim jinekî li Koşka Sipî.”

Peyama Harrisê ji bo hilbijartina sala 2028an bû ku îşaretekî dide. Di anketan de Harris gelek li paş xwuya dike lê vê gotinê red dike.