Kamala Harris dibe cîgira Joe Biden
PeyamaKurd – Piştî Joe Biden bû serokê Amerîkayê Kamala Harris ya siyahî bû cîgira wî ku yekem jina vê wezîfê qezenc kiriye. Kengê encama hilbijartinan bi awayekî fermî bê ragihandin wê Kamala Harris dest bi wezîfa xwe bike.
Harris, ji aliyê diya xwe de neviya dîplomateke ku bi eslê xwe Hindî ye û ji aliyê bavê de, bavê wê di zankoya Stanfordê de profesorê aboriyê ye ku bi eslê xwe ji Jamaikayê ye. Diya wê li ser seretana memikan bi zanistî xebitiye. Harris bi xwe li Kalîforniyayê li Oaklandê hatiye dinyayê û li wê derê mezin bûye.
Li payîtexta Amerîkayê Washingtonê di Zanko ya Howardê li ser siyasetê û aboriyê lisansa xwe xwendiye. Nêzî San Fransîskoyê li Hastings College of Law ê de hûqûqê temam dike û li eyaleta ku nisbeta sûcdaran zêde ye li Alameda County yê dibe dozger. Di sala 2003 an de dibe dozgera herêmê ya San Franciscoyê. Di wezîfa serdozgeriyê de yekem jina reşike û ji herêma Asyayê ye.
Dema di sala 2018 an de rojnamevan Cemal kaşıkçı hat kuştin, Trumpî bi ‘çavgirtina Kaşıkçı’ sûcdar kiribû. Xwestibû ku Amerîka têkiliyên xwe ji nû de bi Erebistanê re di ber çav de derbas bike. Keça malbateka koçber ya ji malbateka Jamaîkayê û Hindistanê ye, di mijara mafên sîvîlan de û bi nasnameya hûqûqnasiyê tê naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin