Chip Roy ê Komarî got: Kamala Harris amadekariyê dike da Biden ji ser wezîfê bigrin

28 June 2024 21:37 0 dîtin
Chip Roy ê Komarî got: Kamala Harris amadekariyê dike da Biden ji ser wezîfê bigrin

PeyamaKurd – Endamê Meclisa Nûneran yê Partiya Komarî Chip Roy ragihand ku cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris amadekariyê dike da bang bike û li gor qanûna destûrê xala pêvekirî ya 25an da Joe Biden ji ser karê wî bigrin. Roy ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de kir. Roy got:

“Ez bang dikim da Harris erka xwe li gor xala pêvekê bikarbîne. Bila cîgira serok li gor xala 25 û 4an biryara bikaranîna erka xwe bistîne. Bila daxwaznameya xwe pêşkêş bike û bêje ku Biden nikare wezîfa serokatiyê bicîhbîne û wezîfa kabînê bigre ser milên xwe.”

Eger daxwazname bikeve rojeva Meclisa Nûneran ku piraniya wê endamên Partiya Komarî ne û encam bi erênî bide, ji bo Kamala Harris egera daxwaznama xwe ji bo bide kongrê û îsbat bike, wê 24 seet wext bidinê.

Xala 25an ya qanûna Amerîkayê ewe; eger bawerî bînin ku serokê Amerîkayê nikare wezîfa xwe bicîh bîne û di rewşekî weha de, cîgirê serok dikare wezîfê bigre ser xwe.

Ji bo bikaranîna xalê divê ji endamên kabînê ji nîvê wan yek zêde deng bide Kamala Harrisê.