Kamala Harris: Em hewl didin Îranê ji Komîsyona Jinê ya NY derxin

03 November 2022 20:54 0 dîtin
Kamala Harris: Em hewl didin Îranê ji Komîsyona Jinê ya NY derxin

PeyamaKurd - Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Haris da xuyakirin ku ji ber binpêkirina mafên jinan û berdewamiya êrîşên dijî xwepêşanderan, ew ê hewl bidin ku Îranê ji Komîsyona Statuya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derxin.

Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris got, niyeta Amerîkayê ji bo derxistina Îranê ji Komîsyona Rewşa Jinê bi welatên din re heye û diyar kir, “Ti welatek ku mafên jinan binpê dike, nabe di ti dezgeheke navdewletî û Neteweyên Yekbûyî de xwedî rolekê be.”

Harris bibîr xist, Îran ne hêja ye ku di komîsyonê de kar bike û hebûna wê di komîsyonê de yekparebûna xebatê bêrûmet dike.

Hêjayî gotinê ye, Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield jî di civîna nefermî ya Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li ser xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gotibû, endamtiya Îranê lekeyeke xirab e li ser pêbaweriya komîsyonê û ew vê yekê qebûl nakin.