Ji Kamala Harris yekem daxuyaniya Îsraîl, Sûriye û Îranê...
PeyamaKurd – Yekem jina di dîroka Amerîkayê de bûye Cîgira Serokê Amerîkayê, Kamala Harris derbarê Îsraîlê û Rojhilata Navîn de daxuyaniyên girîng dan.
Kamala Harris piştevaniyeke xurt da Îsraîlê û got: “Tevî alozî û nediyariya li Rojhilata Navîn jî divê piştevaniya ewlekariyê bo Îsraîlê ya Amerîkayê gelekî zexm be.”
Harris diyar kir, “Li demeke ku Îran ceribandinên fuzeyên balîstîk dike û fînansekirina Hizbullahê didomîne de, lazime em li kêleka Îsraîlê bin. Herwiha dema Hemas moşekan bavêje sînorê başûrê Îsraîlê divê em li kêleka Îsraîlê bin.”
Harris di berdewamê de bal kişand ser rewşa Sûriyê û rêxistina terorîst DAIŞê û got, “DAIŞ û şerê navxwe yê Sûriyê îstiqrara herêmê têk dide. Gefên ewlehiyê hişt ku bi milyonan kes terka cihê bidin. Wek Amerîka pêwîste em alîkariya bi milyonan kesên ji terorê bandor li ser wan bûye û welatên bi ewle yên dijî terorê şer dikin bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin