Ji Rûsya yekem daxuyaniya Îsraîl-Lubnanê: Pir xeter û metirsîdar e
PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitry Peskov, derbarê rageşiya navbera Îsraîl û Lubnanê de daxuyanî da û got: “Ev ji bo me gelekî metirsîdar e.”
Peskov anî ziman: "Berfirehbûna şer potansîyeta bêîstiqrariyê li tevahiya herêmê bi xwe re tîne ku ev bûyereke gelekî xeter e. Helbet ev ji bo me jî pir metirsîdar e.”
Hêjayî gotinê ye, di encama êrîşên Îsraîlê yên ser Hizbullaha Lubnanê û herêmên sivîl de heta niha zêdetirî 500 kes hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin