Îsraîlê cara yekem Rojhilatê Lubnanê bombebaran kir

26 February 2024 18:31 0 dîtin
Îsraîlê cara yekem Rojhilatê Lubnanê bombebaran kir
PeyamaKurd – Ajansa Reuters bi zarê çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku Îsraîlê 2 caran derdora bajarê Balbek ê Lubnanê bombebaran kir.

Hate diyarkirin ku ji destpêka şerê li Xezayê ve ev cara yekemîn e ku  Îsraîl rojhilatê Lubnanê bombebaran dike.

AFPê jî bi zarê 2 çavkaniyan daye xuyakirin, di êrişa Îsraîlê de herî kêm 2 endamên Koma Hizbullahê Lubnanî hatine kuştin ku Îsraîlê di bombebaranê de avahiyeke girêdayî saziyeke sivîl a Hizbullahê li taxên bajarê Balbekê xistiye.


Herwiha medyayên  herêmê jî ragihandine ku Îsraîlê bi balafireke bêmirov û biçek êriş kiriye.

Hizbullahê piştî da xuyakirin: "Yekîneyên parastina hewayî li herêma El Tufah balafireke bêmirov a ji cureya Hermus 450 a Îsraîlê bi moşekekê xistiye xwarê."