Hasan Nasrallah: “Me cara yekem li hemberê Îsraîlê fuzeyên Burkan û Katyusa bikaranî”
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Hîzbûllah a Lubnanê Hasan Nasrallah ragihand ku Hîzbûllahê cara yekeme li hemberê Îsraîlê bi dronê, fuzeya Burkanê ku tê de nîv ton teqemenî heye û fuzeyên Katyûşayê bikaratîne.
Nasrallah ragihandina xwe di merasima bîranîna kesên ji 8ê Cotmehê heya niha yên Hîzbûllahê ku di şerê li hemberê Îsraîlê de mirine û navê rojê danîne ‘Roja Şehîdan’, di rêya video-konferansê de kir. Nasrallah weha dewam kir:
“Sedema êrîşên ser baregehên Amerîkayê yên li Sûriyê û Iraqê şerê Xezzayê yê navbera Îsraîlê û Hamasê ye. Eger Amerîka dixwaze êrîşên ser baregehên wan biqedin, divê êrîşên ser Xezzayê rawestîne. Bi vî awayî wê êrîşên ser baregehên wan jî biqedin.”
Nasrallah behsa desteka ku Îran dide wan jî kir û weha dewam kir:
“Îran desteka leşkerî, darayî û dîplomatîk dide me. Ev nema ku sirekiye. Eger berxwedana li Lubnan, Fîlîstînê û deverên din xwurt be, ev bi xêra desteka Îranê ya malî, leşkerî û destekên din e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin