Xamineyî pistî têkçûyîna Esed cara yekem axivî

11 December 2024 14:27 0 dîtin
Xamineyî pistî têkçûyîna Esed cara yekem axivî

PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Xamineyî yekem car behsa têkçûyîna Beşar Esed a li Sûriyeyê kir. Xamineyî diyar kir ku tişta li Sûriyeyê qewimî planeke hevpar a DYA û Îsraîlê ye.

Piştî pevçûnên ku di 27ê mijdarê de li Sûriyeyê dest pê kiribûn û piştî ku komên bi serkêşiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) di 8ê kanûnê de derbasî Şamê bûn, Beşar Esed ji desthilatê hat xistin û welat terikand.

Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî piştî têkçûyîna Beşar Esed yekem car axivî.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Îranê IRNAyê, Xamineyî diyar kiriye ku belgeyên wan hene ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin berhema plana hevpar a DYA û Îsraîlê ye.

Piştî têkçûyîna Esed, Xamineyî got, “Dewleteke cîran roleke zelal lîstiye û dike.” Lê Xamineyî navê wî welatî negot.

Rêberê giranqedir ê Îranê got: “Divê şik tunebe ku tiştê ku li Sûriyeyê qewimî, encama planeke hevpar a Emrîka-Siyonîst bû. Belê, dewleteke cîran roleke zelal lîstiye û dileyize jî; ev yek ji her kesî re xuya ye. Lê ya rast, komploger, plansaza bingehîn û “Odeya Fermandariyê ya li Amerîkayê û Rejîma Siyonîst e, delîlên me hene û ev delîl cihê gumanê nahêle.”