Yekem daxuyaniya Xamineyî pistî êrîsa Îranê ya li ser Îsraîlê
PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî got, "Divê Netanyahu bizane ku em ê bersiva her gefekê bidin."
Daxuyaniya yekem piştî êrîşa li dijî Îsraîlê ji Ayetullah Elî Xamineyî hat.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê Netanyahu bizane ku em ê bersivê bidin her gefê."
Roja 1ê Cotmeha 2024an, Pasdarên Şoreşa Îranê bi fermana rêberê olî Elî Xamineyî, 200 moşekên balîstîk ji Îranê avêtin nav axa Îsraîlê. Medya Îsraîlê ragihand ku di encama êrîşê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya nivîskî ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê de hat ragihandin ku li hemberî êrîşên Îsraîlê yên ku di encamê de Serokê Hamasê yê Îranê Îsmaîl Heniye, Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrullah û generalê Îranî Abbas Nilfuraşan hatin kuştin, bi dehan moşek li dijî Îsraîlê hatin êrîşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin