Cotyar Adil: Pêswaziya ji bo Mesrûr Barzanî asta têkiliyên Hewlêr-Londrayê nîsan dide
PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser hevdîtin dîplomatîk yên serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên bi dewleta Îngîltere re got ku pêşwazî nîşan dide ku têkiliyên Hewlêr û Londrayê gihaye kîjan astê. Cotyar Adil ragihand ku Îngîltere di Rojhilata Navîn de ew e ku her tiştî di ciyê wî de dide rûniştandin, bi pirsgirêkên herêmê re bi mesafe disekine, ev yek jî di dîrokê de gelek hatiye munaqeşe kirin û weha got:
“Tevî têkiliyên Londrayê bi Herêma Kurdistanê re girîngin jî, serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson weka dosteki Kurda tê zanîn û berê seredana Hewlêrê kiribû. Têkiliyên navbera Hewlêr û Londrayê gelek girîngin.
Nêzîkkirina Hewlêr û Londra, wê têkiliyên veberhênan û aboriyê bipêş bixe û ji bo çareserkirina krîza Iraqê baş be. Sed sale bi Bexdayê re pirsgirêkên me dewam dikin. Ji ber wê divê biryaran bi hevre bidin û pirsgirêkan bi hevre çareser bikin.
Hevdîtina serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bi Boris Johnson re, ji bo vîzyona Herêma Kurdistanê ya di dinyayê de pêngavekî girîng e. Encama hevdîtinan di asta navdewletî de yekser xwuya nake lê pêşwazîkirina Mesrûr Barzanî ya li Brîtanyayê her tiştî zelal dike û asta têkiliyên di navbera Londra û Hewlêrê de nîşan dide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin