Cotyar Adil: Serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyê ji bo pêsvebirina pêwendiyên bihêz derfetek e
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, naveroka serdana îro 20ê Hezîranê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Tirkiyê ku bi Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî, eşkere kir.
Cotyar Adil li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Serdana Mesrûr Barzanî derfetek e ji bo gotûbêjkirina pêşhatên herî dawî yên Iraqê.”
Berdevkê hikûmetî got, armanca serdana Serokwezîr ji bo pêşvebirina pêwendiyên bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ye, ev serdan dibe derfetek ji bo gotûbêjkirina pêşhatên herî dawî yên Iraqê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya îro 20ê Hezîranê ya Tirkiyeyê de, piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve li Koşka Serokomariyê ya li Enqereyê hat pêşwazîkirin.
Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinê li ser medya civakî got: “Min îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û pîrozî li dubare hilbijartina wî kir. Me li ser pêşdebirina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin