Mesrûr Barzanî pêswaziya Konsolê Nû yê Holandayê yê li Hewlêrê kir

22 February 2025 14:16 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswaziya Konsolê Nû yê Holandayê yê li Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Nû yê Holandayê yê li Hewlêrê Adrian Eiselstein kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di posta wî ya nû de hêviya serkeftinê ji bo Adrian Eiselstein xwest û tekezî li ser bipêşxistina peywendiyên li gel Holandayê kir.

Konsolê Giştî yê Holandayê Eiselstein kêfxweşiya xwe ya li hember hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyên dualî bi taybetî di warê aborî, bazirganî û çandiniyê de dupat kir.