Cotyar Adil: Berî Newrozê wê hemû mûçe bên dayîn
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, piştî civîna îro Çarşemê ya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Cotyar Adil eşkere kir ku di civînê de behsa mûçe û dahatê hatiye kirin û biryar hatiye dayîn dahata meha Adarê ji bo mûçeyê meha Sibatê were xerckirin.
Cotyar Adil got, “Ji ber wê jî dê sibê Pêncşemê mûçeyê meha Sibatê were dayîn. Em pêşbînî dikin beriya Newrozê mûçeyê tevahiya wezaretan were dayîn. Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku hikûmet ji bo dabînkirina mûçe ti xemsariyekê nake.”
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê da zanîn, heta niha Bexdayê 200 milyar dînarê mûçeyê karmendên Kurdistanê neşandiye û ew amade ne ji bo vê mebestê şandên fermî bişînin Bexdayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin