Cotyar Adil: Sibe em ê li gel Bexdayê bigîhin rêkeftinekê

22 July 2023 16:29 0 dîtin
Cotyar Adil: Sibe em ê li gel Bexdayê bigîhin rêkeftinekê

PeyamaKurd – Endamê şanda danûstandinan a hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel Bexdayê Cotyar Adil ragihand, îhtimal heye sibe li ser gelek mijaran bi Bexdayê re lihev bikin.

Berpirsê Ofîsa Ragihandin û Çapemeniyê û endamê desteya danûstandinan a hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê Cotyar Adil di belavoka K24ê de derbarê serdana xwe ya sibe bo Bexdayê de nirxandinan kirin.

Derbarê civîna hefteya borî ya şanda li gel rayedarên Bexdayê de Adil got, “Di wê civînê de gavên gelekî girîng hatin avêtin û çend mijar hatin gotûbêjkirin. Mijarên têkildarî cîbicîkirina yasaya budçeya Iraqê û mafên her du aliyan hatin nirxandin.

Cotyar Adil da zanîn, du mijarên ku nehatine gotûbêjkirin hene.

“Ya yekem mijara dahatên neftê ye. Hesabek li Banka Navendî ya Iraqê hatiye vekirin û pereyê ku ji dahata neftê tê wê li ser vê hesabê were şandin. Di heman demê de wê mijara petrola her bermîlek ku li Iraq û Herêma Kurdistanê tê berhemanîn jî were gotûbêjkirin.

Em di wê baweriyê de ne ku sibe sibê ev herdu pirsgirêk jî çareser bibin. Di vê rewşê de divê budçeya mehane ya Herêma Kurdistanê bê şandin. Ev bûdceya 6 mehan a "paqijkirina hesabên" ku li ser hikûmeta Iraqê tê hesabkirin, nagire. Divê ev yek di çarçoveya mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de bê şandin. Em hêvîdar in ku sibe sibe ev mijar bên gotûbêjkirin û lihevkirin çêbibe.”

Cotyar Adil, li gorî yasaya budçeyê, niha hikûmeta Iraqê rojane nêzîkî 60 hezar bermîl petrol ji bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê derdixe û parzûn dike yan jî ji bo armancên din bikar tîne.