Cotyar Adil: Bexdayê hîn 200 milyar dînarê meha Îlonê nesandiye
PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Kurdistanê ragihand, hêj Bexdayê 200 milyar dînarê ku her meh ji bo mûçe dide neşandiye ku diviyabû li gorî rêkeftina hatiye kirin her meh bişîne û hikûmeta Kurdistanê jî bê lêbirîn mûçe bide.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, Bexdayê hêj 200 milyar dînarê meha Îlonê neşandiye lê hikûmeta Kurdistanê li hêviya wê nemaye û dest bi dayîna mûçe kiriye.
Cotyar Adil got, helbet hikûmeta Iraqê rizamendî li ser şandina 200 milyar dînarî daye lê hîn neşandiye. Em hêvîdar in heta roja pêncşemê 7ê Cotmehê bişîne.
Li ser dabeşkirina nefta spî jî berdevkê hikûmetê got, du rojên din wezîrê samanên sirûştî yê Kurdistanê wê bi wezîrê nefta Iraqê re li ser vê mijarê bicive.
Cotyar Adil got, her gava Bexdayê neft şand her malek dê bermîlek nefta spî werbigire û got, dê destpêkê deverên çiyayî werbigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin