Bexdayê 430 milyar dînarê mûçeyan sand

07 April 2024 11:04 0 dîtin
Bexdayê 430 milyar dînarê mûçeyan sand

PeyamaKurd- Piştî serdana doh 6ê Nîsanê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û hevdîtinên ligel hikûmeta Iraqê, îro Yekşemê beşek ji pereyê mûçeyên Herêma Kurdistanê hate şandin.

Hate ragihandin ku îro 8ê Nîsanê mûçeyê meha Adarê ketiye ser hesabên Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Hate zanîn ku pereyê hatiye şandin tenê mûçeyê meha Adarê ye û ji 430 milyar dînaran pêk tê.