Wezareta Darayî ya Kurdistanê: Bexda dîsa sandina 200 milyar dînarê mûçeyan dereng xist
PeyamaKurd – Wezareta Darayî ya Kurdistanê li ser derengxistina mûçeyê karmendan daxuyaniyek belav kir û diyar kir, hikûmeta Iraqê dîsa şandina 200 milyar dînarê mûçe dereng xist ji ber wê jî mûçeyê karmendên hikûmetê dereng dikeve.
Wezareta Darayî ya Kurdistanê daye zanîn, hikûmeta Iraqî dîsa şandina 200 milyar dînarê mûçeyan dereng xistiye, ji ber wê jî mûçeyê karmendan gelekî dereng ketiye û heta niha tenê beşek ji karmendan mûçeyê meha Çile ya sala 2022 sitendine.
Herwiha wezaretê eşkere kiriye, ji bo ku mûçeyê karmendan gelekî dereng nekeve wan biryar dane ji dahata meha Sibatê mûçe bidin.
Li gorî rêkeftina navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta budçeya sala 2021 ya Iraqê were pesendkirin, Bexda mehan 200 milyar dînar ji bo mûçeyê karmendan bide Hikûmeta Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin