Sanda Kurdistanê li Bexdayê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re dicive

07 June 2021 15:39 0 dîtin
Sanda Kurdistanê li Bexdayê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro şandeke Herêma Kurdistanê wê serdana Bexdayê bike û bi wezîrê darayî yê Iraqê re bicive.

Li gorî zanyariyan, îro Duşemê şandeke Herêma Kurdistanê ku ji wezareta darayî û samanên xwezayî û nûnerê çavdêriya darayî pêk tê serdana Bexdayê dikin.

Hat zanîn ku şanda Kurdistanê îro êvarê ji bo mijarên guftûgokirina li ser bicihanîna yasaya budçeyê ligel wezîrê darayî yê Iraqê dicive.

Hatiye diyarkirin ku wê şanda Kurdistanê çend rojan li Bexdayê danûstandinên xwe berdewam bike.