Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina 200 milyar dînarê ji Kurdistanê re tê sandin dicive
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Dadgeha Federal a Iraqê ji bo giliyê parlamentarekî iraqî yê derbarê betalkirina 200 milyar dînarê ku ji bo mehaneyên karmendên Herêma Kurdistanê tê şandin dicive.
Parlamentarekî İraqê bi navê Mistefa Sanad, li ser şandina 200 milyar dînarê ku mehane pêwîste bo Herêma Kurdistanê were şandin giliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kiriye û xwestiye hemû biryarên hikûmeta wî yên derbarê Herêma Kurdistanê de werin betalkirin.
Hêjayî gotinê ye, 200 milyar dînarê mehaneyên karmendên Kurdistanê demeke dirêj nehatibû şandin û rastî astengiyên hikûmeta Iraqê hatibû.
Hat diyarkirin ku wê Dadgeha Federal li ser giliyê betalkirina şandina 200 milyar dînar mehaneyên Herêma Kurdistanê bicive.
Beriya niha jî dadgeha fedaralî yasaya petrol û gazê ya Kurdistanê tevî ku ne di erka wê de bû jî betal kiribû ku hikûmeta Kurdistanê wê biryarê nas nake û danûstandinên bi aliyê Iraqê dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin