Zêbarî: Dem dema avakirina Dadgeha Federalî ya Iraqê ye
PeyamaKurd – Derbarê nakokiyên di navbera Dadgeha Federalî ya Iraqê û Encumena Bilind a Dadweriyê de ku li ser bingeha qanûnên cuda hatiye avakirin, Hoşyar Zêbarî diyar kir ku divê Dadgeha Federalî were hilweşandin û ji nû ve bê avakirin da ku serxwebûn, bêalîbûn û yekparçebûna dezgeha dadwerî were misogerkirin.
Wezîrê berê yê derve yê Iraqê û endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zêbarî li ser tora civakî (X) daxuyaniyek da.
Zêbarî got: "Piştî nakokiyên yasayî û destûrî di navbera Dadgeha Federalî û Encûmena Bilind a Dadweriyê de li ser hin qanûnên ku vê dawiyê ji aliyê parlamentoyê ve hatine pesendkirin, dem hatiye ku Dadgeha Federalî li gorî destûrê ji nû ve were damezrandin da ku serxwebûn, bêalîbûn û yekparçebûna dezgeha dadwerî were dabînkirin."
Dadgeha Federalî ya Iraqê roja Sêşemê 4ê Sibata 2025ê biryarek da û sê yasayên derbarê lêborîna giştî, çaksaziya rewşa kesayetî û vegerandina mal û milkên xwe da sekinandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin