Dadgeha Federalî ya Iraqê namzediya Hosyar Zêbarî bi awayekî demkî ragirt
PeyamaKurd - Dadgeha Federalî ya Iraqê rêkarên hilbijartina namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ji bo postê Serokatiya Komara Iraqê bi awayekî demkî ragirt.
Hat ragihandin ku Dadgeha Federalî ya Iraqê biryarek derbarê rêkarên hilbijartina Hoşyar Zêbarî ji bo postê Serokkomarê Iraqê de derxistiye û bi awayekî demkî namzediya wî hatiye ragirtin heta ku giliyên li ser namzedbûna Zêbarî werin yekalîkirin.
Hatiye diyarkirin ku birayara Dadgeha Federalî biryareke demkî ye ji bo dadwer li gor yasayan zirarê nede pêvajoya namzediya Hoşyar Zêbarî.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha hatibû ragihandin ku 7ê Sibatê Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû dicive, lê piştî rawestandina namzediya Zêbarî ku namzedê herî bihêz ê serokomariyê ye ne diyar e sibe ew civîn tê sazkirin yan na.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin