Hosyar Zêbarî: Dadgeha Federalî pêvajoya siyasî ya Iraqê xitimandiye
PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî, di daxuyaniyeke xwe ya ser medya civakî de got, Dadgeha Federal a Iraqê pêvajoya siyasî li Iraqê xitimandiye.
Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir, proseya siyasî li Iraqê beriya wê biryara dadgeha federal ya Iraqê normal li ser rêça Destûrê dimeşiya û got, Dadgeha Federal bi wê biryara qestî ya 6ê Sibatê ku namzediya wî hatibû betalkirin, pêvajoya siyasî li Iraqê xitimandiye.
Ji encamdana hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê heta niha, hîn li gorî destûra Iraqê serokomar nehatiye hilbijartin. Piştî redkirina namzediya Hoşyar Zêbarî, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, wek namzedê Hevpeymana Niştimanî ya Iraqê ku ji Tevgera Sedir, PDK û Hevpeymana Siyade ya Sûniyan pêk tê hatiye destnîşankirin.
Ji ber beşdarnebûna aliyên şîe û YNKê di rûniştina parlamenê de, hîn serokomar nehatiye hilbijartin û rê li ber damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê nehatiye vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin