Hosyar Zêbarî: Hêvî dikim biryarên dadgeha federalî û êrîsên ser Hewlêrê ne girêdayî hev bin

13 March 2022 21:28 0 dîtin
Hosyar Zêbarî: Hêvî dikim biryarên dadgeha federalî û êrîsên ser Hewlêrê ne girêdayî hev bin

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de diyar kir ku ew hêvî dike biryarên vê dawiyê yên dadgeha federalî ya Iraqê û êrîşa moşekî ya Îranê li dijî Hewlêrê ne girêdayî hev bin.

Hoşyar Zêbarîdi peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de, derbarê êrîşa moşekên balîstîkî ya pasdarên Îranê dijî Hewlêrê de dibêje; vê dawiyê Herêma Kurdistanê bi çend biryarên ne dadmendane ji aliyê dadgeha federalî ya Iraqê ve hat sizadan. Vê berbangê jî pasdarên Îranê bi 12 moşekên balistîk êrîşeke vala li dijî Hewlêrê kirin. Ez hêvîdar im ti pêwendiyek di navbera wan her du mijaran de nebe.


Îro 13ê Adarê bi şev li demjimêr 01:00 12 moşekên balîstîkî ji Îranê bi ser Hewlêrê de hatin avêtin ku li dorûbera Balyozxaneya Amerîka ya Hewlêrê û avahiya Kurdistan24ê ketin. Di encama êrîşê de ziyanên madî çêbûn.

Supaya Pasdarên Îranê bi fermî ew êrîş li xwe girt û îdia kir ku wan li Hewlêrê navendeke stratejîk a îstixbarata Îsraîlê kiriye armanc, lê ev yek ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hat redkirin û herî dawî di pêwendiya Serok Barzanî û Muqteda Sedir de biryar hatiye dayîn, komîteyeke lêkolîna rastiyan were avakirin.