Zêbarî: Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê Destûrî ye
PeyamaKurd – Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, bi peyamekê, pêşwazî li biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê kir û got, mirov dikare bi niyetek baş li ser vê biryarê kar bike.
Hoşyar Zêbarî diyar kir, biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya vekirina deriyê namzediyê ji bo posta serkomariyê, Destûrî ye. Biryareke dadwerane ye.
Herwiha Zêbarî eşkere kir, Dadgeha Federalî desthilata vekirina deriyê xwe, namzedkirinê ji bo posta serkomariyê ji serokatiya parlementoyê stendiye, lê mafê wê yekê daye parlementoyê ku li ser vekirina deriyê xwe namzedkirinê ji bo wê postê biryar bide.
Zêbarî destnîşan kir, mirov dikare bi niyetek baş li ser wê biryarê kar bike, da ku bê zanîn aliyên pêwendîdar çi qasî rijd in li ser nehiştina astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin