Sekreterê Parlamentoya Iraqê: Wê biryara Dadgeha Federalî ya ji bo Hosyar Zêbarî bi xêr be
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Parlementoya Iraqê Sîrwan Sîrînê beriya ku îro Dadgeha Federal a Iraqê li ser namzediya Hoşyar Zêbarî ya serokomariyê biryarê bide got ku ew li bendê ne dadgeha federalî biryara bêgunehiya namzedê PDKê yê serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî bide û destnîşan kir, wê biryara xêrê be.
Li gorî nûçeya BasNewsê Sekreterê Giştî yê Parlementoya Iraqê Sîrwan Sîrînî daye xuyakirin ku wê biryara dadgeha federalî li ser dosyeya Hoşyar Zêbarî li demjimêr 14:00 bê ragihandin û gotiye; ti tohmetek li ser Hoşyar Zêbarî nayê îsbatkirin ji ber ku beriya niha Desteya Destpakiya Iraqê jî pakbûna wî pesend kiribû û parlementoya Iraqê jî qebûl kiribû.
Herwiha Sîrînî destnîşan kiriye ku ew geşbîn in ku biryara dadgehê dê ji bo gelên Iraq û Kurdistanê xêr be.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hoşyar Zêbarî jî îro li Bexdayê civîneke rojnamevanî li ser biryara Dadgeha Federalî ya bê dayîn saz dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin