Dadgeha Federal biryara dûrxistina Serokê Parlamentoya Iraqê derxist

14 November 2023 18:33 0 dîtin
Dadgeha Federal biryara dûrxistina Serokê Parlamentoya Iraqê derxist

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê îro 14ê Mijdara 2023yan posta Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî hilweşand.

Biryara Dadgeha Federal ya bidawîkirina posta Mihemed Helbûsî seroktiya parlamentiyê îro 14ê Mijdarê hate derkirin. Hate diyarkirin ku piştî giliyê ji aliyê endamê Parlamentoya Iraqê Leyth El-Dilêmî yê li dijî wî hatibû vekirin, dadgehê ev biryar daye.

Medyaya Iraqê ragihandiye ku Mihemed Helbûsî bi tohmeta gendelî û sextekariyê ji kar hatiye dûrxistin û heta niha Mihemed Helbûsî û aliyên pêwendîdar derbarê vê biryarê de ti daxuyaniyeke fermî nedane.

Hêjayî gotinê ye, Mihemed Helbûsî ji sala 2018an ve Serokê Parlamentoya Iraqê ye û hevdem serokê Partiya Teqedum e. Sala 2017an jî parêzgariya parêzgeha Enbarê kiribû.