Cîgirê serokê Parlementoya Federal Saxewan: “Dadgeha Federal li dijî destûrê hatiye avakirin”

14 March 2024 23:33 0 dîtin
Cîgirê serokê Parlementoya Federal Saxewan: “Dadgeha Federal li dijî destûrê hatiye avakirin”

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Parlementoya Federal yê grûba Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKê) Şaxewan Abdullah li ser biryarên dadgeha federal yên Iraqê ragihandinan kir û got ku biryarên dadgeha federal rewa nînin, ne adilin û biryarên dadgehê bûn ku heqqên Herêma Kurdistanê yên destûrî îhlal dikin û di destên wan de li hemberê Kurdan bûn çek. Şexewan ji bo bernama K24ê got:

“Dadgeha Federal di babetên ku ne mijara wanin de biryaran dide, qanûnan derdixe, desthilata parlementoya Iraqê îhlal dike û dezgeyekî li dijî qanûn hatiye avakirin. Mijara budçe û mehaneyan ne wezîfa Dadgeha Federale. Xwezî biryarên dadgehê weha adilbûna ku me wan teqdîr bikira.

Parlementoya Iraqê ji bo xebatkarên (memûrên) Kurdistanê biryarê da ku mehane 775 milyar dolar pere bişîne lê dadgeh vî miqdarê han kêm kir. Yanî dadgeha federal ji wezîfa xwe ya eslî derbas kiriye. Dadgeha federal êdî bûye çekekî ku mafê Herêma Kurdistanê îhlal dike.”

Şaxewan Abdullah li ser babeta hevdîtina PDKê û serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî got:

“PKD di hevdîtinê de hinek daxwazan pêşkêşî Sûdanî kir. Daxwazên ku PDKê pêşkêşî Sûdanî kir, daxwazên xelkê Herêma Kurdistanê bûn. Wezîrê darayî yê Iraqê Taif Sami tenê memûrekiye û nikare xwe li ber Sûdanî bigre. Sûdanî bixwaze, kes nikare bibe asteng li ber Sûdanî ku mehaneyên Herêma Kurdistanê bişîne.”

Şaxewan got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Sûdanî re di nav têkiliyan de ne û perê ku Sûdanî şandiye Herêma Kurdistanê tenê ji %59ê budçê ye. Şaxewan Abdullah weha dewam kiriye:

“Hukumeta Herêma Kurdistanê û PDK wê ji mafê xelkê Kurdistanê wê ti carî tawîzan nede. Eger mafê xelkê Kurdistanê îhlal bikin, em ê nerawestin û vekişandina Kurdan jî wê bibe yek ji bijarteyan.”