Serok Mesûd Barzanî wekîlê serokê Parlementoya federal Mendelawî qebûl kir
PeyamaKurd – Wekîlê serokê parlementoya Bexdayê Muhsin el-Mendelawî ji bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê gotûbêj bike, bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re li bajarê Selahaddînê (Massîv) hevdîtinekî pêkanî.
Li gor ragihandina baregeha serok Barzanî bi wekîlê serokê Parlementoya Iraqê bi Mendelawî re cîgirê serokê parlementoyê yê grûba PDKê Şaxewan Abdullah jî hebû. Di qebûla serok Barzanî de, li ser pêşdeçûnên Iraqê axifîn. Balê kişandin ser garantîkirina mafên pêkhateyên Kurdistanê di hilbijartinan de da hilbijartin bi adilane û çarçova destûrê de bibe.
Li aliyê dinê ji baregeha Mendelawî jî hat ragihandin ku li ser biryara PDKe ya boykotkirina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û mehaneyên xebatkarên Kurdistanê û mijarên weka wan axifîne. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Pêkhateyên ku hukumeta Iraqê avakirine û pêkhateyên ku dewletê birêve dibin, temamên wan yên ku destûrê û peymanên siyasî bicîh naynin, berpirs digrin.”
Eger van kiryarên bingehîn nên kirin, wê pêvajo weha dewam neke.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin