Mesûd Barzanî bi Serokê Saxa 22. ya PDKê yê hatî armanckirin re axivî

17 July 2024 10:40 0 dîtin
Mesûd Barzanî bi Serokê Saxa 22. ya PDKê yê hatî armanckirin re axivî

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi Serokê Şaxa 22 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ekrem Salih re axivî.

Di daxuyaniya Ofîsa Barzanî de hat gotin ku Serok Barzanî bi telefonê li Serokê Şaxa 22 ya PDKê Ekrem Salih geriyaye.

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo tenduristiya Serokê Liqa 22 ya PDKê Ekrem Salih nîşan da û bi tundî êrîşa terorîstî ya bi teqandina bombeya ku di otombîla wî de li ber mala Ekrem Salih hatibû kirin şermezar kir.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî ragihandiye ku encamderên wê kiryara terorîstî û yên li pişt wê kiryara terorîstî teqez wê berdêla wê yekê bidin.