Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê bi Serokwezîrê Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah bi Serokwezîrê Iraqê re civiya û li ser xurtkirina hevkariyên di navbera desteyên yasadanîn û cîbicîkirinê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axivîn.
Li gor ofîsa ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah diyar kir, roja Pêncşemê (22.12.2022) Şaxewan Ebdullah bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Hat ragihandin, di hevdîtinê de pêşhatên herî dawî yên emnî û siyasî yên Iraqê û behsa girîngiya bihêzkirina hevkariyên di navbera yasadanîn û cîbicîkirin û derkirina wan yasayên girêdayî pirojeyên xizmetguzariyê de kirin.
Şaxewan Ebdullah da zanîn, di hevdîtinên xwe de ligel Serokwezîrê Iraqê giringiya hemahengiya hewlên rûbirûbûna gendeliyê û çaksaziyê di saziyên dewletê de gotûbêj kirine.
Herwiha qala pêngavên çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û berdewamiya hemahengî û têgihîştina di navbera her du aliyan de kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin