Serok Barzanî bi Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê ligel Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsin Mendelewî civiya.
Îro 04.07.2024ê li Bexdayê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsin Mendelewî kir.
Li gor zanyariyan, di hevdîtinê de Serok Barzanî û Muhsin Mendelewî li ser hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê, bûdce, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din gotûbêj kirin.
Li gor bernameya serdanê, Serok Barzanî piştî hevdîtina li gel Muhsin Mendelewî wê li Bexdayê li gel berpirsên siyasî yên li jêr bicive:
- Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd
- Serokê Hevbendiya Siyade (Siyade) Hemis Hancer
- Serokê Hevpeymaniya Takaddum Mihemed Helbûsî
- Balyozê welatên Ereb li Bexdayê
- Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Anil Bora Înan
- Balyozê Îranê li Bexdayê Mihemed Kazim
- Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin