Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Cîgirê Serokê Îmaratê Mensûr Bin Zayid kir
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Cîgirê Serokê Îmaratê Mensûr Bin Zayid kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pîrozbahî li Serokê Îmarat Mihemed Bin Zayid û kesên ku ji bo postên bilind hatine destnîşankirin, kir.
Serokwezîr di peyama xwe de ev daxuyanî bi kar anî:
“Ez pîrozbahiyê li cenabê Şêx Mensûr Bin Zayed dikim ji ber tayînkirina wî wek Cîgirê Serokê Îmaratê. Ez pîrozbahiyê li cenabê wî Şêx Xalid bin Muhammed bin Zayed dikim ji ber tayînkirina wî welîehdê Mîrnişîna Ebû Dabî.
Bi vê minasebetê, ez hêvîdar im ku hevkariya me ya di bin serokatiya cenabê Şêx Mihemed Bin Zayed de xurtir bibe.
Herwiha ez Şêx Hezza Bin Zayed û Şêx Tehnûn Bin Zayed ji ber wezîfedarkirina wan wek Alîkarê Welîehdê Ebû Dabî pîroz dikim."
Ajansa fermî ya Îmarata Erebî WAM ragihand, Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayed rêze randevûyan îmze kir.
Serokomar Bin Zayid ku birayê xwe Şêx Mensûr Bin Zayid bi biryara ku bi erêkirina Lijneya Bilind a Îmaratê hat îmzekirin wek alîkarê xwe yê duyemîn tayîn kir, bi biryarnameya Îmaratî kurê xwe Şêx Xalid Bîn Mihemed wek Welîehdê Îmarat Ebû Dabî tayîn kir.
Serok Bin Zayed herwiha birayên xwe Şêx Hezza bin Zayed Al Nahyan û Şêx Tahnun bin Zayed Al Nahyan wek cîgirê Welîehdê Ebû Dabî destnîşan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin