Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Serokê Îmaratê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 12ê Sibatê li Dubey hat pêşwazîkirin û yekem hevdîtina xwe bi Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê û Serokê Encûmena Wezîran û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm pêk anî.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de Cihnişînê Dubeyê Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid Al Mektûm û hejmarek rayedarên payebilind ên Îmaratê amadehî kirine û li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de gutûgo hatiye kirin.
Serokwezîr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a dewleta Îmarata Erebî ji bo reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de kir.
Şêx Mihemed Bin Raşid jî dilxweşiya xwe li hember serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza pêşvebirina pêwendiyên dualî di hemû waran de anî ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Sibatê roja Yekşemê bi serokatiya şandeke bilind ji bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe gihîşt Îmaratê. Lûtke sibe 13ê Sibatê li Dubeyê tê lidarxistin û 3 rojan dewam dike. Tê çaverêkirin Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Îmaratê hejmarek hevdîtinan bi berpirs, rayedar, bîrmend û karsazên ereb, herêmî û navdewletî re pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin