Mesrûr Barzanî li gel Serokê Îmaratê civiya
PeyamaKurd – Di çarçoveya beşdariya xwe de ya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanî ku li bajarê Dûbaiyê yê Îmaratê tê lidarxistin, serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî civînên xwe yên li gel birêvebirên hikûmetên welatên cîhanê didomîne.
Piştî civîna xwe ya li gel Wezîrê Vebêrhanê yê Îmaratê û Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê, îro jî (12.02.2025) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bîn Zayed el-Nehyan civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, behsa pêşhatên dawî yên li Iraq û herêmê hat kirin.
Her du aliyan tekez kir ku divê hevkarî û peywendiyên ku di navbera her du aliyan de hene, bihêztir û xurttir bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin