Serokê parlementoya Iraqê di dengdana duyem de nehat hilbijartin

18 May 2024 19:47 0 dîtin
Serokê parlementoya Iraqê di dengdana duyem de nehat hilbijartin

PeyamaKurd – Di parlementoya Iraqê de ji bo hilbijartina serokê parlementoyê bikin, cara duyem dengan dan û 311 parlementer ketin hilbihartinê. Di cara yekem de ti kes qezenc nekir.

Ji bo serokatiya parlementoyê 3 namzed hene. Salim Îsawî, Tellal Zubi û Amir Abdulcebar û Mahmud Meşedi bûn namzed. Berya cara yekem dengdanê bikin Tellal Zubî ji bo Mahmud Meşedi ji namzediyê vekişiya. Di dengdana yekem de ti kes 166 dengan nestend.

Îsawî 158 deng, Mahmud Meşedi 137 û Amir Abdulcebar 13 dengan sitend.

Wisa xwuyaye wê serokatî di navbera Salim İsawî û Mahmud Meşedi de be. Kesê bibe serokê parlementoyê divê 166 dengan bistîne.

Dadgeha federal ya Iraqê parlementeriya serokê berê yê Muhammed Halbûsî xistibû û lewra serokê pralementoyê niha bi wekalet dimeşe.