Wezîrê karên derve û cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn giha Ankara

14 August 2024 23:56 0 dîtin
Wezîrê karên derve û cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn giha Ankara

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve û hem cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn ji bo tevlî civîna 4em ya di asta bilind ya ewlehiyê ya Tirkiyê-Iraqê bibe, seet di 22.00an de, bi heyeta xwe ve giha payîtexta Tirkiyê Ankara.

Li aliyê dinê îro an ku di 14ê Tebaxê de, civîna amadekariyê ya grûba plandanana hevpar ya Tirkiyê û Iraqê, di hevserokiya cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Nuh Yılmaz û cîgirê wezîrê karên derve yê Iraqê Muhammed Huseyin Bahr-ul Ulum de civînekî pêkanîn.

Piştî civîna amadekariyê ya her du dewletan dê sibê civîna bingehîn bibe û encama civînê dê ji bo çapemeniyê bê ragihand.