Heyeta ENKS ê bi cîgirê serokê parlementoya Kurdistanê re civiya
PeyamaKurd – Heyetekî ji komisyona têkiliyên karên derve yê Meclisa Netewî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) seredana cîgirê serokê parlementoya Kurdistanê Dr. Hêmin Hewramî kir. Di nav heyetê de Kamîran Haco, Îbrahîm Biro, Dr. Îsmaîl Hassaf hebûn. Dr. Hewramî di ser hesabê xwe yê medya civakî facebookê de weha got:
“Di civînê de, bi heyetê re pêşdeçûnên dawî yên siyasî, rewşa dawî ya komîta destûra Sûriyê û wê çawa mafên Kurda bixin bin garantiyê, me bi heyetê re bi berfirehî dan û sitendin kir.”
Hewramî ragihand ku divê li Sûriyê mafên Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê bixin bin garantiyê û ji bo têkoşîna netewî ya Kurda bigihê encamê, divê temamê rêyên aştiyane bên bipêşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin