Cîgirê serokê meclisa Tirkiyê Sirri Sureya Önder bi Erebî silav da heyeta Qatarê
PeyamaKurd - Cîgirê serokê meclisa Tirkiyê Sırrı Sureya Önder bi Erebî silav da heyeta Qatarê û vateya axaftina xwe ya bi heyetê re ji endamên meclisê re got.
Serokê heyeta navbera parlementerên Tirkiyê û Qatarê yê grûba dostaniyê Ahmed bin Hitmi Al Hitmi dema seredana meclisa Tirkiyê kir, Önder bi Erebî silavê da wan û ji meclisê re got:
“Ji bo hevalên ku Tirkiya gotina min meraq dikin ez vateya wê bêjim: Min got hun bi xêr hatin û merheba. Bila nebe zimanekî ku nayê zanîn.”
Di her cara ku di meclisa Tirkiyê de kesekî bi zimanê Kurmancî diaxife, rayedarên meclisê dema axaftina qeyd dikin, ji bo Kurmancî dibêjin zimanekî ku nayê zanîn lewra Önder henekê xwe bi kiryarên wan desthilatan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin