Cezayê Sirri Sakik diyar bû: Dê 2 Celse nikaribe here meclisa Tirkiyê

13 December 2023 23:38 0 dîtin
Cezayê Sirri Sakik diyar bû: Dê 2 Celse nikaribe here meclisa Tirkiyê

PeyamaKurd – Parlementerê AKPê Mehmet Ali Çelebi dema li parlementoya Tirkiyê axifîbû, parlementerê HEDEPê Sırrı Sakık bertek nîşanî axaftina Çelebi dabû.

Çelebi gotibû ku ew ji Demirtaş re silav naşînin û hestiyên şehîdên xwe naêşînin. Berteka Sakık li ser vê gotina Çelebi bû.

Nehat gotin bê Sakık di meclisê de gotinekî çawa gotiye lê li ser gotina wî, serokê Parlementoyê Bekir Bozdağ cezayê ku bidin Sakık d meclisê de xist ber dengdanê û meclisa ceza da Sakık.

Wê Sakık nikaribe 2 celse tevlî civîna meclisa Tirkiyê bibe.