Kurê Sirri Sakik hat destserkirin!
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Cenk Sakık kurê Parlamenterê Agiriyê yê Partiya DEMê Sirri Sakık bi çekê kesek birîndar kiriye û piştre teslîmî polîsan bûye.
Hat îdiakirin ku Cenk Sakık (39) kurê Sirri Sakık doh danê sibê saet di 04:00 de li Cadeya Hoşdere ya Taxa Ayranciya navçeya Çankaya ya Enqereyê Murat Koylu (56) bi çekê birîndar kir, bi wesayîtê reviya.
Murat Koyluyê ku birîndar bûbû bi ambûlansê hat rakirin û tedawî dît.
Cenk Sakikê ku ji ber bûyerê lê dihat lêgerîn doh danê nîvro bi çekê teslîmî polîsan bû. Sakık hat desteserkirin û şandin edliyeyê. Hat diyarkirin ku jêpirsîna Sakik a li edliyeyê dewam dike.
Hat hînbûn ku birîndar Murat Koylu li nexweşxaneyê tedawiya xwe berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin