Sirri Sakik: We em radestî polîsan kiribûn
PeyamaKurd- Li ser gotinên Serokê Meclisa Tirkiyeyê yê berê ku di derbarê rewşa girtîmayîna Parlamenterê Tîpê Can Atalay de hin şîrove kiribûn û diyar kiribû ku divê ew bê bêrdan, Parlamenterê YSPê Sirri Sakik, bi peyameke rexneyî bersiva wan şîroveyan da.
Serokê berê yê Meclisa Tirkiyeyê (TBMM) Husamettin Cindoruk ku ji bo Can Atalay gotibû “Nabe ku parlamenterê hilbijartî bikeve girtîgehê, divê demildest bê berdan. YSKê namzetiya wî qebûl kir, gel jî deng da û ew hilbijart. Erka ku wî girtiye dê şûna biryara berdanê bigire. Heger ez Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê bûma, min ê li ber dergehê meclisê ew pêşwazî bikira.”
Li ser vê şîroveya Cindoruk, Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik jî şîroveyek kir û bal kişand ser serdemên berê yên parlamenteriya DEPê.
Sakik, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) bi bîr xist û got, "Di 2yê Adara 1994an de we em ji heman dergehî radestî polîsan kiribûn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin