Sirri Sakik: Ezê dozê li Kiliçdaroglu vekim
PeyamaKurd – Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Çepên Kesk Sirri Sakik, li ser gotinên namzedê hilbijartinên serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu yên derheqê wî de, dozê lê vedike.
Kemal Kiliçdaroglu, di weşana Babala TV ya Youtube de, li ser pirsa ku Sirri Sakik jî piştevaniya wî di hilbijartinê de dike gotibû, “Wê Sirri Sakik çi piştgiriyê û çawa bide me? Em di kûrahiyên dewletê de çi diqewime û kê xizmeta çi dike û bi çi hincetan dipeyive baş dinazin.”
Sakik beriya hilbijartinan bersiva xwe ya Kiliçdaroglu hiştibû piştî hilbijartinên 28ê Gulanê û îro 6ê Hezîranê jî li ser medya civakî got ku Kiliçdaroglu tohmetên giran li wî kirine û ji ber hesasbûna pêvajoyê ew li benda encamên hilbijartinan maye.
Sakik di peyama xwe de got ku Kiliçdaroglu bêbextî û îftira li wî kiriye û heger ‘têkiliya wî ya bi dewleta kûr re’ îspat neke, ew dê dozê lê veke û Kiliçdaroglu li pêş dadgehê hesab bide.
Sayın Kemal Kılıçdaroğlu ikinci tur seçimleri öncesinde şahsıma yönelik ağır ithamlarda bulundunuz. Ben sürecin hassasiyetinden ve halkın umudundan dolayı seçim sonucunu beklemeyi tercih ettim. İktidarı “onun diliyle” yeneceğim, milliyetçilere şirin gözükeceğim derken bize kalan… pic.twitter.com/XtuHw0KjKP
— sırrısakık (@sakiksirri) June 6, 2023

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin