Sirri Sakik serkeftina DEMê ragihand: spas Agirî
PeyamaKurd - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakkik, beriya encamên fermî bêne ragihandin, li Agiriyê serkeftina partiya xwe DEM Partiyê ya hilbijartinên şaredariyê ragihand.
Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk çû ser sindoqan.
Li bajarê Agiriyê, di navbera namzedên DEM Partî û AK Partiyê de rikberiyeke tund hebû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakkik li ser hesabê xwe yê Xê, di derbarê encamên hilbijartinên Agiriyê de daxuyanî da.
Sirri Sakkik got: “Spas Agirî, ev serkeftin a hemû gelê Agiriyê ye.”
DEM Partiyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş ji bo şaredariya Agiriyê weke namzed nîşan dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin