Parêzgerê Amedê Zorluoglu, sedema qedexekirina mîtînga Partiya DEMê ragihand

11 October 2024 23:37 0 dîtin
Parêzgerê Amedê Zorluoglu, sedema qedexekirina mîtînga Partiya DEMê ragihand

PeyamaKurd – Parêzgerê Amedê Murat Zorluoğlu li Amedê li Mala Mamosteyan bi rojnamevanan re civiya û sedema qedexekirina mîtînga Partiya DEMê ya dixwaze li Meydana Îstasyonê di 13ê Cotmehê de bike, ragihand.

Parêzger Zorluoğlu got ku nîşane hene ku tehdîdê çêbikin û bersiva munaqeşeyên li ser medya civakî da.

Zorluoğlu, sedema qedexeya kirina çalakiyan ya 5 rojan ji bo Amedê weha ragihand.

"Li Diyarbekirê demekî dirêje hûzûr û aramî heye û xwepêşandan ji bo rewşa heyî tehdîde û bi sedeman hatiye destekkirin. Ez dibînim ku pariya siyasî û şaxên wê xelkê dawetî mîtîngê dikin. Ev, tişteka rast nîne. Di dewleta hûqûqê de û di welatekî demokratîk de nabe. Di vê wateyê de, herkes divê berpirsiyariya kiryarên xwe bigre ser xwe.”

Zorluoğlu got ku tevî qedexeya ji bo 5 rojan ya li Amedê, partiya navborî, di ser medya civakî de xelkê dawetî mîtîngê dike. Zorluoğlu weha dewam kir:

“DEM Parti seredana xwe ya parêzgehê kiriye. Dixwaze di 13ê mehê de li Meydana Îstasyonê mîtîng bike. Me bi dezgeyên xwe yên pêwendîdar re şiroveyên xwe kir. Çalakî ji aliyê ewlehî û aramiyê de talûkeye, ji bo rewşa heyî tehdîde û me qedexeyê danî. Hûqûq heye û DEM Parti biryarê bir ber meqamên darazê. Hûqûq çi bêje em ê wê bikin. Pêvajo dewam dike.”

Parêzger, her weha ragihand ku PKK/KCK li ser medya civakî bangî xelkê dike da here mîtîngê û sedemekî qedexekirina mîtîngê jî ev e.

Qedexeya ku parêzgehê ji bo 5 rojan daniye, ji 9ê Cotmehê seet di 00.01an de destpêdike û heya 13ê Cotmehê seet 23.59an dewam dike.