Parêzgerê bajarê Silêmaniyê seredana saredariya Amedê kir

20 March 2025 21:32 0 dîtin
Parêzgerê bajarê Silêmaniyê seredana saredariya Amedê kir

PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê Heval Ebubekir û heyeta pê re, bo pîrozbahiya Newrozê çû Diyarebekirê û seredana xaşa DEM Partiyê ya Diyarbekirê û şaredariya mezin ya Diyarbekirê kir.

Li şaredariya Diyarbekirê hevşaredarê Diyarbekirê Doğan Hatun pêşwaziya parêzger Heval Ebubekir û heyeta pê re kir. Di seredanê de, li ser mijarên rojane axifîn. Şaredariyê li ser seredana Ebubekir weha got:

“Hevşaredarê me Doğan Hatun pêşwaziya parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir û heyeta pêre kir. Piştî pêşwazîkirinê Hatun bi Ebubekir re hevdîtinekî kir û behsa xizmetên şareadriyê û mijarên rojevê kirin. Bi hemşaredarê me Hatun re, sekreterê giştî yê şaredariyê Emrullah Gördük û endamên meclisa me hebûn.”