Parêzgerê bajarê Musennayê seredana serok Barzanî kir
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwaziya parêzgerê bajarê Musennayê Ahmed Menfî Cewde û heyeta pêre kir. Her dû alî li ser mijara pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraqê axifîn û Cewde bo alîkariya serok Barzanî ya di çareserkirina krîza Iraqê de sipasiya serok kir.
Parêzger Ahmed Menfî Cewde ji Barzanî daxwaza alîkariyê ya çareserkirina krîzê kir û xwest roleka girîng bide ser milên xwe û di alîkariya xwe de berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin