Parêzgerê Nînowa seredana serok Barzanî kir

13 October 2018 20:05 0 dîtin
Parêzgerê Nînowa seredana serok Barzanî kir

PeyamaKurd- Parêzgerê bajarê Nînowayê (Mûsil) Nofel Hemadî Siltan îro li Serereş seredana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û Barzanî wî qebûl kir.

Ji bajarê Mûsilê gelek kes koçî Kurdistanê kirine û niha li ser pişta Kurdistanê bar in. Mijareka ku li serê hat axaftin mijara dagera koçberan bû bo ser axa xwe. Wekî din jî bi giştî rewşa Iraqê û avadankirina bajarê Mûsilê, ximetguzariya wê, mijarên dinan bûn ku  Perêzgerê Mûsilê û serok Barzanî li ser wan axifîn.