Parêzgerê Mûsilê Cibûrî seredana serok Barzanî kir

22 January 2020 01:37 0 dîtin
Parêzgerê Mûsilê Cibûrî seredana serok Barzanî kir

PeyamaKurd- Îro serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya herêmên ji İŞİD ê rizgarkirî de, parêzgerê Mûsilê Necîm Cibûrî li baregeha xwe ya Selahaddînê (Masîf) de wî qebûl kir.

Di civînê de li ser rewşa Mûsilê û deverên ku ji İŞİDê hatine rigarkirin axifîn. Dagera Mûsiliyan bo ser axa xwe û avakirina deverên wêran yên ji ber İŞİDê hatin guftûgokirin. Di civînê de behsa ji nûh de derketina İŞİDê û hevkariya navbera her dû aliyan hat axaftin.

Cibûrî, berê jî ragihandibû ku bo devera Şengalê plan hatine danan û û wê di sala nûh de dest bi bicîhkirina wan projeyên avakirinê bikin.