Parêzgerê bajarê Urmiyê seredana Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Rojhilatê Kurdistanê yê Urmiyê Muhammed Sadık Mutemedyan ji bo seredana fermî giha payîtexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û bi parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw re hevdîtin kir. Mutemedyan got:
“Di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de di seha çandê de ortaxiya çandê heye. Em dixebitin da di hinek sehayan de têkiliyên xwe xwurt bikin.”
Piştî hevdîtina bi parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw re parêzgerê Urmiyê derketin ber çapemeniyê û parêzgerê Urmiyê Mutemedyan, ji ber di taziya serokê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî de tevlî taziya Îranê bûne sipasiya xelkê Kurdistanê, serpereştên wê û bi taybetî sipasiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Muhammed Sadık Mutemedyan, ragihand ku ji bo xwurtkirina têkiliyan di nav 4 salan de sê cara seredana Herêma Kurdistanê kiriye. Li gor ragihandina parêzgerê Urmiyê, di nav salekî de hecma bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, tenê di deriyê Haci Umranê de ji 1 milyar dolarî derbas kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin